image

PeyamaKurd Iraq li ser sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê, bi armanca rê li ber çekdarên DAIŞê bigre, rênimayên ewlehiyê tundtir dike.

Li gor Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl diyar kir, rênimayên tund li ser sînor hatin girtin ji bo rê li ber vedizîn û derbasbûna çekdarên DAIŞê ji bo Iraqê werin girtin.

Herwiha eşkere kir: “Serdana Serokwezîrê Mistefa Kazimî ji bo navçeyên sînorî yên bi sînorê Sûriye re, peyamên girîng tê de ne ku fermandariya leşkerî ya bilind girîngiyê dide xurtkirin û tundkirina sînor.”

Di berdewamiyê de da zanîn, li ser sînor xendeqeke bi firehî û kûrahiya 3 metreyan hatiye kolandin û têlên dirî, satirên axê, bircên çavdêriyê, kamêrayên termal, çekên pêşketî hatin danîn û herwiha gerên asmanî tên encamdan.

Herwiha got: “Hêzên Iraqî çavdêriya sînorê bi Sûriyê re dikin û em ji rewşa ku ji piştî êrîşa çekdarên DAIŞê li ser zindana bajarê Hesekê rû daye, nîgeran in. Ji ber wê divê em sînorê xwe bihêz bikin.”

Yehya Resûl destnîşan kir: “Kontrolkirina rewşa zîndana Hesekê û xweradestkirina endamên DAIŞê, nayê wê wateyê ku metirsî derbas bûye. Em ê li ser wê bingehê tevbigerin ku metirsî hîn jî maye.”

Resûl tekez kir: “Hêzên Iraqî sînoran bi tundî digirin û dê bi tundî û bi biryar bersiva her hewleke derbasbûn yan nêzîkbûna ji sînor ji aliyê teroristan ve bidin.”

Di dawiyê dedDiyar kir: “Dirêjahiya sînorê bi Sûriyê re 605 k.m e. Hêzên Îraqî sînor bi temamî bihêz kiriye û em amade ne rûbirûyî her haleteke derbasbûna çi ji Sûriyê bo Iraqê, yan ji Iraqê bo Sûriyê bibin.”