image

PeyamaKurd - Balafirên şer ên Îsraîlê li dijî bingehên komên çekdar ên alîgirên Îranê li sêgoşeya sînorê Sûriye-Urdun-Iraqê êrîşeke asmanî pêk anî.

Hat ragihandin ku cihên hatine bombebarankirin, navendeke perwerdeyê û birca pêwendiyan ku tenê çend kîlometreyan li rojhilatê balafirgeha Teyfûr û rojavayê bajarê Tedmurê ye ku piştî êrîşê li herêma balafirgeha Teyfûr a rojhilatê Humsê teqîn pêk hatin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku di encama êrîşan de 4 milîsên çekdar ên Îranê hatine kuştin û birca pêwendiyan jî hatiye rûxandin.

Herwiha hat diyarkirin ku pergala parastina hewayî ya rêveberiya Şamê jî çend moşekên Îsraîlê beriya ku bigihin armancên xwe îmha kirine.

Ajansa hikumeta Sûriyê SANAyê ragihandiye ku di encama êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li dijî herêma Tedmurê ya gundewarê rojhilatê Humsê de, endamekî hêzên hikumetê hatiye kuştin û 3 endamên din jî birîndar bûne.