image

PeyamaKurd – Dîplomatê Amerîkî yê dêrîn û nûnerê berê yê taybet bo Sûriyê yê Serokê Amerîkayê James Jeffrey, di korbenda Instîtûya Washingtonê ya ji bo Polîtîkayên Rojhilata Nêzîk a li ser petrol û gaza Herêma Kurdistan û Iraqê de, daxuyaniyên girîng dan.

Jeffrey bal kişand ser nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê yên di derbarê çavkaniyên xwezayî de û got, “Ne tenê pirsgirêkeke qanûnî û teknîkî ye, lê belê hinek ji wan bi hewlên Îranê ve girêdayî ne ku hewl dide rê li ber serxwebûna siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê bigire.”

‘Îran naxwaze Herêma Kurdistanê wek statuyeke otonom bimîne’

James Jeffrey da zanîn, “Îran naxwaze Hewlêr û Hikûmeta Herêma Kurdistanê weke statuyeke otonom (xweser) bimîne, naxwaze di warê aborî de pêş bikeve, naxwaze pêwendiyên wê yên niha yên bi Amerîka, Tirkiye, Îsraîl û welatên din re hebin.”

‘Tirkiye bi Hewlêrê re dost be jî naxwaze li ti derekê Kurdistaneke serbixwe hebe’

Dîplomatê Amerîkî destnîşan kir: “Herêma Kurdistanê xwedî hikûmeteke serbixwe û bi temamî cuda ye, artêşa wê heye, pîşesaziya petrol û gaza wê heye, xwedî têkiliyên navdewletî yên taybet e, beşeke zêde ya wê yekê girêdayî Tirkiyê ye. Herêma Kurdistanê xwedî sînorê avî nîne, lê sînorê wê bi Tirkiyê re heye. Eger sînorê te bi welatekî dost re hebe, bi awayekî ku ewlehiya te garantî bike û amade be, petrol û gaza te hinarde bike, wê demê hevalekî te heye. Lê belê, hevaltî jî hin sînorên wê hene. Pirsgirêk ew e ku Tirkiye bi Hewlêrê re dost be jî, ti deman naxwaze Kurdistaneke serbixwe li ti derê hebe, heta eger di nava hevalên xwe yên li Hewlêrê de be jî.”

'Mafê Herêma Kurdistanê heye veberhênanê di bîrên piştî destûra 2005an de bike'

Jeffrey li ser biryara Dadgeha Federal a Iraqê jî got, mafê Herêma Kurdistanê heye ku di wan bîran de veberhênanê bike ku piştî pesendkirina destûrê hatine dîtin.

James Jefrrey da zanînt: “Zimanê ku di destûra 2005an de hatiye bikaranîn, dibe ku bi awayekî cuda were şîrovekirin, lê belê bi zelalî cudahiyê dixe navbera wan bîrên petrolê yên wê demê hebûn û hikûmeta Iraqê desthilata temam a rêvebirina wan heye, ligel wan bîrên nû ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê de xwedan roleke hevbeş e.”