image

PeyamaKurd - Konsolxaneya Giştî ya Almanya li Herêma Kurdistanê êrîşa DAIŞê li ser sengerên Pêşmerge li Pirdê şermezar kir û got, ew ê piştevanîya hêza Pêşmerge berdewam bikin.

Konsolê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa DAIŞê li ser sengerê Pêşmerge li Zûrgezraw de diyar kir, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê hevahengiyên xwe yên li hemberî êrîşa DAIŞ'ê kûrtir bikin.

Konsolê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê Olivier Decottignies, serxweşî li malbatên Pêşmergeyên şehîd ên ku di êrîşa DAIŞê li Zûrgezraw de şehîd bûne de kir û hêviya selametiya bilez ji Pêşmergeyên birîndar re xwest.

Konsolê Fransayê di peyama xwe ya li ser twitterê de got, "Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê di berjewendiya ewlehiya Iraqê de hevahengiyên xwe kûrtir bikin."

 Konsolxaneya Almanyayê jî di peyama xwe ya li ser twtterê de diyar kir, “Almanya dê berdewam be li ser piştevaniya Pêşmerge û wek beşek ji hevpeymaniya li dijî DAIŞê dê bimîne, heta DAIŞ bi temamî bê jinavbirin.”

Şeva 1ê Gulanê DAIŞê êrîşî ser sengerê Pêşmerge li Zûrgezraw kiribû û hêzên Pêşmerge jî bi tundî bersiva DAIŞê dabûn û êrîş têk biribûn.

Wezareta Pêşmerge ragihandibû ku di encama êrîşê de 3 Pêşmerge şehîd bûne û 2 Pêşmerge jî birîndar bûn.