image

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, ji ber şerê berdewam ê di navbera hêzên HSDê û terorîstên DAIŞê de, ji bo 7 rojan qedexeya tam a çûnûhatinê li nav bajarê Hesekê û derdora wê ragihand.

Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de eşkere kir, qedexeya tam a li Hesekê ji sibe Duşembê 24ê Çileya 2022yan ve dest pê dike û heta Duşema bê ango heta 31ê mehê dom dike.

Şeva 20ê Çile komeke mezin a terorîstên DAIŞê bi ser girtîgeha Xiwêran-Sinaa ya Hesekê de girtibûn û piştre şer û pevçûnên giran di navbera DAIŞê û hêzên HSDê de rû dabûn. Şerê girtîgehê heta îro Yekşemê jî di roja çaremîn de hê jî berdewam dike.

HSDê herî dawî ragihandiye ku girtîgeh û cihên revê yên terorîstên DAIŞê hatiye dorpêç kirin, hîn bi temamî rewş nehatiye kontrolkirin ku heta niha bi sedan kuştiyên wî şerî hene.