image

PeyamaKurd – Biryar e vê hefteyê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nêrîna partiya xwe ya li ser nivîsandina destûra Herêma Kurdistanê de bigihîne Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê. Herwiha tê pêşbînîkirin, aliyên din jî vê hefteyê nêrîn û têbîniyên xwe bidin Desteya Parlamentoyê.

Dema ku aliyên siyasî nêrînên xwe bigihînin Desteya Serokatiya Parlamentoyê bi dawî bûye, lê belê ji ber betlaneya cejna Remezanê, aliyan têbîniyên xwe ji Desteya Serokatiya Parlamentoyê re neşandine. Li gor Rêvebirê Nivîsgeha Ragihandinê ya Parlamentoya Kurdistanê Saman Ehmed Bekir diyar kir: “Serokatiya Parlamentoyê, li benda nerînên aliyan e û çaverê ye ku piraniya aliyan di vê hefteyê de nerînên xwe ji Serokatîya Parlamentoyê re bişînin.”

Parlamentoya Kurdistanê berî niha 70 madeyên projeya destûrê bi rêya Komîteya Nivîsandina Destûrê nivîsandine. Niha jî nerînên aliyan ne xuya ne ka ew komîteya bi karê xwe berdewam be yan na. Fraksiyona PDKê, di vê hefteyê de nêrîna xwe digihîne Desteya Serokatiya Parlamentoyê û hewlên ji bo zemînesaziyê zêde kirine.

Serokê Fraksiyona PDKê Zana Mela Xalid destnîşan kiriye: “Li nava Parlamentoyê, dê pirsa nivîsandina destûrê were guftûgokirin, da ku li ser wê rêkbikevin ka nivîsandina destûrê ji cihê hatiye rawestandin dest pê bikin, yan aliyên li derveyî Parlamentoyê ne jî dê beşdarî nivîsandina destûrê bibin. Bi nêrîna me, divê hemû aliyên siyasî, bi bîr û baweriyên cuda ên siyasî, netewî û olî di nivîsandina destûrê de beşdar bin.”

Beşeke mezin ji aliyan ligel wê yekê ne ku di vê xula Parlamentoyê de destûra Herêma Kurdistanê bê nivîsandin û welatî di referandûmekê de deng li ser bidin.