.gif)
PeyamaKurd – Du balafirên bêmirov ên Tirkiyê, îro 27ê Îlonê bi hinceta hebûna PKKê gundê Bokrîskanê yê navçeya Wartê li parêzgeha Hewlêrê bombebaran kirin.
Dijeterora Kurdistanê li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir û zanyariyên derbarê êrîşê de eşkere kirin.
Li gorî daxuyaniyê, du êrîşên bi dron ên artêşa Tirkiyê li ser binkeyekê û otomobîleke çekdarên PKKê pêk hatine û di encamê de, 6 çekdarên PKKê û hemwelatiyekî sivîl can dane û welatiyekî din ê sivîl jî birîndar bûye.
Daxuyaniya Dijeterora Kurdistanê wiha ye: “Îro demjimêr 11:00ê droneke artêşa Tirkiyê binkeyeke çekdarên PKKê li gundê Bokirîskan a ser bi nehiyeya Sengeser a ser bi qeza Pişder a parêzgeha Silêmaniyê kir armanc û ji ber wê 4 çekdarên PKKê di wê êrîşê de hatin kuştin û ji ber nêzîkbûna wî binkeyê ji cihê niştecihbûna hemwelatiyan û gund, hemwelatiyekî sivîl jî şehîd bû, hemwelatiyekî din jî birîndar bû.
Her dîsa îro demjimêr 11:10ê droneke Tirkiyê nêzîk gundê Bokirîskan a nehiyeya Sengeserê otomobîleke çekdarên PKKê kir armanc û ji ber wê jî 2 çekdarên din ên PKKê hatin kuştin.”