image

PeyamaKurd - Hevseroka HEDEPê Tulay Hatîmogullari bersiv da daxuyaniya Erdogan a 50+1ê û got, " Ji ber ku dengên Erdoğan kêm bûne, ne hewce ye ku em bi destûrê bilîzin."

Recep Tayyîp Erdogan  di 18ê Çiriya Paşîn dema ji serdana Almanyayê vedigeriya di balafirê de ji rojnamegeran re derbarê sîstema hilbijartina serokkomar de axivî û got:

“Ez ji bo guhertina sîstema 50+1ê li ser heman nêrînê me dê baş bibe.

Eger kesê herî zêde deng wergire bê hilbijartin dê hilbijartina serokkomariyê jî zûtir biqede.

Ji ber sîstema 50+1ê partî rêyên xelet hildibijêrin.”

Piştî van gotinên Erdogan ev mijar ket rojeva partiyên siyasî yên Tirkiyeyê.

Hevseroka HEDEPê Tulay Hatimogullari di civîna partiya xwe ya li Parlementoya Tirkiyeyê de ev mijar nirxand û got, "Ji ber ku dengên Erdogan kêm bûne, ne hewce ye ku em bi destûrê bilîzin."

Hevseroka HEDEPê Tulay Hatimogullari wiha axivî:

"Hûn dizanin vê hefteyê Erdogan mijara benda hilbijartinê ya 50+1 xist rojevê.

Ji wê rojê ve çapemenî wê yekê dinivîsin. Erdogan Destûra Bingehîn wek kaxezeke kengî bixwaze bi qurmiçîne û kengî bixwaze wek lîstokekê pê bilîze dibîne.

Ey Erdogan 50+1 te anî. Jibo avakirina sîstema yek zilamî deshilata AKPê pêşengiya rejîma otorîter kir û wek kes jî di kesayetiya te de şikil girt.

Ji bo me 50+1 tê wateya Zilam+Zilam. Eger ew dakeve 40+1 jî her zilam +zilam e.

Ji ber wê em wekî HEDEPê careke din dibêjin em li pişt wê yekê ne ku hemû partiyên siyasî nûnertiyên xwe hebin.

Pêwîstiya me bi sîstemeke demokratîk heye. Ji ber ku dengên Erdogan kêm bûne, ne hewce ye ku em bi destûrê bilîzin.

Ji bo wê di nav wan gotubêjên derbarê vê mijarê de em bivî awayî cihê xwe diyar dikin."