image

PeyamaKurd - Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser êrîşa Tirkiyê ya doh Çarşemê bi ser kampa Holê de, daxuyaniyek belav kir.

HSDê ragihand ku 23yê meha Mijdarê Tirkiyê bi rêya balafirên şer û yên keşfê li dijî hêzên parastina Kampa Holê û zindana Çerkînê li Qamişlo yên ku çekdarên DAIŞê û malbatên wan tê de hene, êriş pêk anîn.

Hat diyarkirin ku di encama wan êrîşan de 8 şervanên wan ên hêzên parastina kampê hatine kuştin û hat gotin, “Ev êrîş bi plan û zanebûn çêbûn. Ji xwe armanca dewleta Tirk ew bû ku çekdarên DAIŞê û malbatên wan ji kampê bên revandin û dîsa DAIŞê zindî bike.

Di dewamê de hatiye gotin, “Ev plan ji bo herêmên me û giştî cîhanê xeteriyeke pir mezin derdixe holê. Li hember van êrîşan dewletên navneteweyî bêdeng in, eger ku ev xeterî hîn mezintir bibe, berpisyarê wê dê bêdengiya van dewletan be."