
PeyamaKurd - Navenda Saziya Mafê Mirovan a Kurdpayê, amarên kuştin û birîndarkirina kolberên Kurd ji aliyê Pasdarên Îranê ve eşkere kir. Li gorî amarên Kurdpayê ji sala 2021ê ve 225 kolber hatine kuştin û birîndarkirin.
Ji meha Nîsanê ve jî bi giştî 2 kuştî û 27 birîndar, 29 kolberên Kurd hatine kuştin û birîndarkirin.
Hat diyarkirin ku 21 kolber ji aliyê hêzên Îranê ve bi guleberdana rasterast hatine birîndarkirin û 7 kolber jî ji bilindahiyan ketine û birîndar bûne. Herwiha kolberekî jî bi rawestîna dil jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî amarên hatine parvekirin, li ser sînorê Newsûdî 26 kolber hatine birîndarkirin û kolberek hatiye kuştin. Li sînorê Şinoyê kolberek hatiye kuştin û li ser sînorê Baneyê jî kolberek birîndar bûye.
Ji sala 2021ê û heta niha jî bi giştî 225 kolber li Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin ku ji wan 46 kolber bi guleyên hêzên rejîma Îranê hatine kuştin û 180 kolber jî hatine birîndarkirin. Herwiha 2 kolber jî di nav berf û bagerê de winda bûne.