image

PeyamaKurd – Piştî ku deshilata Tevgera Talîban a Afganistanê ragihand ku wan ji bo cilûbergên jin li xwe bikin biryarên nû derxistine, li Kabulê jinan xwepêşandaneke protestoyî li dar xist.

Jinên Afgan biryarên Talîbanê yên dijî mafên azadiya jinan protesto kirin û bi nivîsên ku hilgirtibûn banga edaletê kirin.

Hêzên ewlekariyê yên Talîbanê destwerdaneke tund li dijî xwepêşandana jinan kirin û gaza rondikrêj bi ser wan de reşandin.

Tevgera Talîbanê çend roj berê jî hin çalakiyên werzişê yên jin jî tê de beşdar dibin qedexe kiribûn.

Talîban ji dema hatiye ser deshilata Afganistanê ve gelek astengî li pêş jinan derxistine ku hem bi hezaran jin ji kar hatine avêtin hem jî gelek mafên wan ên xebatê û jiyana civakî hatine astengkirin.