image

PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglû, roja Yekşemê serdana malabata Şenyaşar kir û got, “Em bûyerê dizanin. Xwedê alîkarê we be. Înşelah wê rojekê edalet pêk were.” 

Malbata Şenyaşar di roja 265emîn de Nobeta Edaletê li ber avahiya Dadweriya Rihayê didomîne.

Ferît Şenyaşar derbarê têkoşîna xwe û diya xwe ya edaletê de Karamollaoglu agahdar kir û karesata hatiye serê wan pê re parve kir.

Karamollaoglu jî got: “Em tenê dikarin tiştên qewimî ne, li cihê ku em lê ne bînin ziman. Ji wê wêdetir nikarin biçin. Em bûyerê dizanin. Xwedê alîkarê we be. Înşallah dê rojekê edalet pêk were.”

Emîne Şenyaşar jî ku hevjînê wê û du lawê wê hatin kuştin got, “Êdî nikarim tehemula bêedaletiyê bikim. Malbata min xilas kirin, kurê min girtin. Alîkariya me bikin.”

Li navçeya Pirsûsê ya bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê, 14ê Hezîrana 2018an di dema bangeşeya hilbijartinan de malbat û parêzvanên Parlamenterê AK Partiyê Îbrahîm Xelîl Yildiz, du kur û mêrê Emîne Şenyaşar kuştibûn. Kurekî Emîne Şenyaşar di dikana xwe de û kurek û hevjînê wê jî li nexweşxaneyê hatibûn kuştin. Lê Serdozgeriya Rihayê ji 3 salan zêdetir e li ser bûyera nexweşxaneyê doz venekiriye.