image

PeyamaKurd - Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel bi ser PKKê ve Murat Karayilan, eşkere kir ku di operasyona Tirkiyê ya li Herêma Kurdistanê de di nav 3 meh û nîvan de, nêzîkî 90 gerîlayên wan hatine kuştin.

Karayilan di medya PKKê de, operasyona Tirkiyê ya li Zap, Avaşîn û Metînayê nirxandin kirin û got: “Va ye 3 meh û nîv temam bûn, heya niha encama derketiye holê raber dike ku careke din dijmin bi ser neket. Plana xwe pêk neanîne. Di van 3 meh û nîvan de şerekî pir dijwar çêbû û hîn jî dom dike.”

Karayilan li ser ziyanên Tirkiyê di şerê Zapê de jî diyar kir, di dîroka şerê wan û dewleta Tirkiyê de ti caran şerekî wisa yê li ser hev û dijwar pêk nehatiye û ti caran jî dewleta Tirkiyeyê li Başûr ewqasî ziyan nedaye.

Herwiha Karayilan got, li gorî zanyariyên wan 1700 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

Hêjayî gotinê ye, li gor amarên fermî yên artêşa Tirkiyê, di şerê Zapê de heta niha 50 leşkerên wan hatine kuştin.

Arteşa Tirkiyeyê 18ê Nîsana 2022yan bi navê Pence Kilîd li dijî bingehên PKKyê yên li Zap, Avaşîn û Metîna yên li nav sînorên Herêma Kurdistanê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin ku hîn jî dewam dike.