image

PeyamaKurd - Serokê Desteya Veberhênanê yê Herêma Kurdistanê Dr. Mihemed Şukrî ragihand, piştî beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di Korbenda Aborî ya Davosê de, deriyê veberhênerên navxwe û derve li Kurdistanê zêdetir vedibe û wê kompaniyên Erebistana Siûdî li Kurdistanê veberhênanê bikin.

Dr. Mihemed Şukrî da zanîn: “Niha bi sedan projeyên veberhênanê li Kurdistanê kar dikin, lê em dixwazin sûd ji ezmûnên welatên cîhanê, bi taybet ên derdorê jî wergirin. Ji bo wê jî amadekarî ji bo hatina şandeke veberhênerên Siûdî bo Kurdistanê tê kirin.”

Serokê Desteya Veberhênanê, di dema serdana xwe ya projeya xurekên şirînî ya yek ji projeyên hevbeş a Siûdî û Fransî li Herêma Kurdistanê got ku bi wê projeya hevbeş rojane nêzîkî 30 ton berhemên şîrî dikevin bazarên Kurdistan û Iraqê.

Şukrî eşkere kir, niha siyaseta veberhênanê ji asayîşa xurekê pêk tê ku sala borî jî piraniya projeyên molet ji wan re hatiye dayîn û kar li ser hatiye kirin, projeyên çandinî û xurakê bûn.