image

PeyamaKurd - Supasalarê Pêşmerge Cemal Emînkî eşkere kir ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî soz daye wan ku dûrbînên termal ji bo Hêzên Pêşmerge dabîn bike û herwiha soz da ku cudahiyê nexe navbera artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge. Herwiha hat diyarkirin ku Kazimî soz daye ku di alîkarîkirinê de cudahiyê nexe navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ku di heman demê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê ye, îro gihişt Hewlêrê û piştî civîna li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li gel Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl û berpirsên din ên serbazî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê serdana Mexmûr û gundê Lihêban kir.

Supasalarê Pêşmerge Cemal Emînkî ku di civîna li gel Kazimî de amade bû, ji Rûdawê re daye xuyakirin; wan di civînê de ji bo Hêzên Pêşmerge daxwaza dûrbînên termal kir û Kazimî jî soz da ku ji budceya ku ji bo artêşa Iraqê hatiye terxankirin, dûrbînên termal ji bo Hêzên Pêşmerge jî bên dabînkirin.

Berpirsê Mîhwera Giwêr-Mexmûr a Pêşmerge Sîrwan Barzanî jî gotiye: “Pirsgirêka me ya sereke, valahiya emnî bû. Ev hevahengiya niha çêbûye, valahiyan tijî dike û liv û tevgera DAIŞê lawaz dike” û got, “Kazimî soz da ku cudahiyê nexe navbera artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge.”

Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn jî piştî civînê daye zanîn, “Hevahengiyeke baştir di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de çêbûye û ev jî dê bandoreke erênî li ser encamên operasyonan bike.”