image

PeyamaKurd – Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) piştî ku doh 1ê Cotmehê zigilê xwandinê li dibistanên kurdî yên li Kerkûkê lêda, îro 2yê Cotmehê dest bi dabeşkirina 4 hezar pêdiviyên xwendinê yên wek çente û tiştên qirtasiyê kir.

Hate ragihandin ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî sala borî jî di helmetekê de 20 dibistanên Kerkûkê nûjen kirine û îsal jî dest bi dabeşkirina 4 hezar çente û pêwîstiyên xwendevanan kiriye.

Berpirsê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî li Kerkûkê Mamosta Rêbwar got: “Projeya me li taxa Kurdistanê destpê dike ku taxeke kêmderametan e, di meha Remezanê de jî me helmeta belav kirina xurek li wê taxê destpê kir, di demsala havînê de jî helmeta dabeşkirina av a paqij li wê taxê me destpê kir û îro jî helmeta dabeşkirina çente û perawgeyan li vê taxê dîsa destpê dike.”

Hate diyarkirin ku 4 hezar xwendevan ji vê projeyê sûde distînin wê proje her berdewam bike.