image

PeyamaKurd – Komela Zahmetkêşên Şoreşger ya Kurdistana Rojhilat ragihand ku pêşmergeyekî wan ji aliyê asayîşa Silêmaniyê de hatiye girtin. Li ser mijarê akademisyen Rizgar Îsa ragihandinê kiriye û gotiye ku pêşmergê wan ji aliyê şebeka Lahor Cengî de hatiye desteserkirin. Rêxistina Mafên Mirovan ya Rojhilatê Kurdistanê ragihandibû ku ev çend roje pêşmergê bi navê Simko Benifşî wenda ye.

Li ser dahatûya Simko Benifşî ku wendaye, Rizgar Îsa bo BasNewsê ragihandiye ku asayîşa YNK ê bi sedema ku sîxuriyê dike, ew girtine.

Rêxistina mafê mirovan Hengaw jî gotiye ku dibe Simko ji aliyê Îranê de hatibe revandin ku ev yek ji kiryarên dewleta Îranê ya her wextê ye.

Li Silêmaniyê gelek caran bûyerên weha çêdibin û siyasetmedarên Kurd yên ji Rojhilat diçin li wê derê bicîh dibin, tên revandin an YNK wan dide Îraniyan.

Di nîsana sala borî de şebeka Lahor Cengî kesê ji zîndana Îranê reviyabû yê bi navê Mustafa Selîmî li Pencewînê teslîmê Îranê kiribû û Îran wî îdam kiribû.