image

PeyamaKurd – Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê Mevlut Yakut, îro 28ê Îlonê Pêncşemê di yekemîn civîna Korbenda Bazirganî û Pîşesazî ya Iraqê de gotarek pêşkêş kir.

Konsulê Giştî yê Tirkiyê di axaftina xwe de diyar kir: “Hebûna me ya li vir nîşan dide ku Tirkiye ji bo xurtkirina hevkariya aborî ya bi hevkarên xwe re pabend e. Sînorekî me yê hevbeş û dîrokeke me ya dirêj ligel Herêma Kurdistanê heye. Herêma Kurdistanê di warê kultur, veberhênan û bazirganiyê de ji bo Tirkiyeyê hevbeşeke girîng e. Civîna îro jî dê di pêşerojê de rê li ber hevkariyên zêdetir veke.”

Mevlut Yakut got: “Ev korbend, derfeteke girîng e ji bo peydakirina derfetên kar û nîşandana şiyanên li pêşiya me ji bo bihêzkirina hevkariya xwe."

Herwiha Yakut anî ev daxwaz kir: “Werin em bi hev re firsendên nû peyda bikin, nêrînên xwe parve bikin û hevkariyên mayînde ava bikin. Ez ji têkiliyên aborî yên Tirkiye û Herêma Kurdistanê gelek geşbîn im.”