image

PeyamaKurd- Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê, li ser êrîşên Îranê yên li dijî axên Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniya ku îro hat dayîn de hişyarî li welatiyên Amerîkayî hat kirin ku ew di wê baweriyê de ne êrîş bi dawî nebûne.

Di daxuyaniya konsulxaneyê de bang li welatiyên Amerîkayê hat kirin ku ji ber “teror, revandin, şerê çekdarî û aloziyên sivîl” neçin Iraqê lewra karîna Iraqê ya ji bo piştgiriya welatiyên Amerîkayê, kêm e.

Bi rêya daxuyaniya konsolosxaneyê, pakêteke bergiran jî hat destnîşankirin ku di banga hatiye kirin de welatiyên wan pabendî wan bibin û xwe ji navçeyên sînorî û deverên armanckirî yên li Pirdê ya li nêzîkî Kerkûkê, Koye û Zirgiwêzê yê li rojhilatê Silêmaniyê dûr bigirin.

Di nav hişyariyên hatin kirin de hat xwestin ku welatiyên Amerîkayî xwe nêzî kombûn û xwepêşandanên mezin nekin xwe veşêrin û têlefonên xwe yên destan biparêzin. Di dawiyê de jî hat xwestin ku di ser medyaya herêmî re rewşê bişopînin ku hay ji agahiyan hebin.