image

PeyamaKurd- Di Konsya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî de nûnerên 3 dewletan salon terk kirin.

Di Konsya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî de geşedanên neasa qewimîn. Piştî ku nûnerê Sûriyê dest bi axaftina xwe kir, nûnerên Amerîka, Fransa û Brîtanyayê salon terk kirin.

Ji be ku rejîma Sûriyê li dijî sivîlan çekên kîmyewî bi kar anîn, raya giştî ya navnetewî bertekên tund dan. Li ser vê geşedanê Konsya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî bi rewşa awarte li New Yorka Amerîkayê civîn pêk anî. Civîn bi daxwaza Fransa, Amerîka, Brîtanya, Holanda, Swêd, Perû û Polonyayê pêk hat.

Piştî ku nûnerê Sûriyê yê Netewên Yekbûyî (NY) Beşar el-Caferî dest bi axaftina xwe kir, nûnerên Amerîka, Fransa û Brîtanyayê salon terk kirin.