image

PeyamaKurd – Di çarçoveya kuştina 7 endamên malbateke Kurd li Konyayê, 10 kes hatin desteserkirin.

Serdozgeriya Komarî ya Konyayê bi daxuyaniyekê diyar kir, ji bo “zelalkirin”a bûyera kuştina malbata Kurd wekîlekî Dozgerê Komarî û 3 dozgerên Komarî hatine erkdarkirin.

Serdozgeriya Komarî da zanîn, di çarçova lêkolîna derbarê kuştina wê malbata Kurd de, 10 kes hatine desteserkirin.

Herwiha Serdozgeriyê destnîşan kir, xebatên wan ên ji bo girtina bikujê wê malbatê berdewam dikin û herwiha îddîa jî kir ku “ev ne êrişeke nijadperest e.”

Li aliyê din otopsiya destpêkê ya 7 endamên malbata Kurd temam bû û li gor rapora otopsiyê, ew 7 kes bi 19 guleyan hatine kuştin.

Parêzerê malbata Kurd Abdurrahman Karabulut jî eşkere kir, li gor zanyariyên dozger bi wan dane, di tomarên kamerayên çavdêriyê de kesek diyar e ku êriş pêk aniye û “peywendiya wî li gel wan kesan hebûye ku berî niha êrişî malbata Kurd kiribûn.”

Li bajarê Konya yê Tirkiyê di encama êrişa ser malbateke Kurd de 7 kes hatin kuştin û mal jî hat şewitandin.