image

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê amarên rewşa vîrusa korona Covid-19 yên 24 demjimêrên borî eşkere kir.

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1202 kesên din bi ketine û 3 kes jî pê mirine.

Wezaretê herwiha diyar kir ku di nav 24 demjimêran de, 104 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne.

Bi van amarên dawî re hejmara pêketiyên giştî gihîşt 388 hezar û 565 kesan, ya mirinan bû 7 hezar û 163 kes û heta niha 373 hezar û 831 kes jî baş bûne.