image

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 nav demjimêrên borî de 1253 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 22 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro Pêncşemê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1253 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 324 kes li Hewlêrê, 417 kes li Silêmaniyê, 362 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê, 57 kes li Germiyanê û 38 kes li Raperînê ne.

Wezaretê diyar kir ku di nav 24 demjimêran de 22 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 9 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 7 kes li Duhokê ne.

Perwiha hat eşkere kirin ku 1547 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re hejmara pêketiyan li Herêma Kurdistanê gihîşt 315555 kesan, ya mirinan bû 5663 kes û heta niha 280895 nexweş jî baş bûne.