image

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên 24 demjimêrên borî yên rewşa vîrusa koronayê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê di nav 24 demjimêrên dawî de 591 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kes jî pê mirine.

Wezareta Tendurustiyê eşkere kir, 591 kesên bi vîrûsa koronayê ketine; ji wan 208 kes li Hewlêrê, 248 kes li Silêmaniyê, 110 kes li Duhokê, 5 kes li Helebceyê, 15 kes li Germiyanê ne.

3 kesên jiyana xwe ji dest dane jî 2 kes li Hewlêrê û 1 kes li Silêmaniyê ye.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 86 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 35 kes li Hewlêrê, 22 kes li Silêmaniyê, 27 kes li Duhokê, 2 kes li Germiyanê ne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 383431 kesan, ya mirinan bû 7146 kesan û heta niha 373195 nexweş jî baş bûne.