image

PeyamaKurd – Li 30 bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, mamosteyan li dijî girtin û kiryarên rejîma Îranê xwepêşandan li dar xistin û gotin, “Qelem çeka me ye, wê bi ser bikeve”. Hat ragihandin ku hêzên rejîma Îranê di xwepêşandanan de bi dehan mamoste binçav kirin.

Li gorî daxûyaniya Şêvra hemahengiya pîşeyî ya mamoste û ferhengiyan li Îranê, doh 13ê Çileyê 2022yan li 30 parêzgehên Îranê mamoste derketin qadan û daxwazên xwe anîn ziman.

Herwiha hatiye ragihandin ku li gelek bajaran mamoste rastî êrîş û tundûtîjiya hêzên rejîma Îranê hatin.

Mamosteyan di xwepêşandanan de daxwaza berdana mamostayên girtî kir û diruşma “Qelem çeka me ye, Qelem wê bi ser çeka we de bi ser bikeve” anîn ziman.

Hat zanîn ku xwepêşandanên nerazîbûnê yên mamosteyan li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî hatine lidarxistin û xwendekaran jî piştevaniya mamosteyan kiriye.

Li gorî zaniyariyên torên ragihandinê, di xwepêşandanên nerazîbûnê de, li bajarên  Şîraz, Meşhed û Tehranê bi dehan mamoste ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine binçavkirin.