image

PeyamaKurd - Li 8 navçeyên parêzgeha Erzîromê ya Bakurê Kurdistanê, îro ji ber berf û rewşa xirab a hewayê dibistan hatin betalkirin.

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê 2 roj in berf û baran berdewam e û jiyan zehmet bûye.

Parêzgariya Erziromê ragihand ku li parêzgehê berf û qeşayeke zêde heye û li hinek navçeyan dibistan hatine girtin.

Li gorî daxuyaniya parêzgariyê, li dibistanên navçeyên Eşqele, Xorasan, Gogsî, Îd, Tortûm, Avnik, Tatos û Çadê yên ku xwendekar bi sîstema veguhastinê diçin wan îro ders nayên kirin.