image

PeyamaKurd – Li navça Arpaçay a bajarê Qersê ji ber rê cemed girtibû û berf dibariya, otomobîlekî şemitî û wergeriya. Di otomobîlê de 4 kes birîndar bûn. Qeza li ser rêya Arpaçay-Çildirê çêbû. Desthilata otomobîlê ji destê ajotvan Tuncay Koçak derket wergeriya kenarê rê.

Tîmên 112 ê, UMKE û AFAD ê bi cendirmeyan re çûn ciyê bûyerê. Her çar ajotvan Koçak, Gülsenem Koçak, Ergin û Nermin Gökçek di otomobîlê de asê mabûn û tîm wan ji otomobîlê derxistin.

Tîmên 112 ê birîndaran birin nexweşxana dewletê ya bi navê Harakani.