
PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li nav bajarê Bedlîsê qaliniya berfê 168 cm yan derbas kir. Tîmên şaredariyê û li derveyê bajêr tîmên rêvebiriya taybet ya bajêr ji bo rê ji ber berfê nên girtin, bê rawestan dixebitin. Şaredarê Bedlîsê Nesrullah Tanğlay ji bo rojamevanan ragihandiye ku têkoşîna wan ya bi berfê re dewam dike û hem niha jî li nav bajêr berf dibare. Tanğlay weha gotiye:
“Qaliniya berfê ji 168 cm yan zêdetire. Ji ber astengiya ava me hebû, em bende bûn da li Bedlîsê berf bibare. Ji bo roja yekşem û duşemê em bende ne ku 50-55 cm berf bibare. 15 roj berê li Bedlîsê 3 kaniyên me miçiqîn. Niha 9 sondajên me dixebitin. Wê barîna berfê fêde bide me. Piştî av here binê axê wê çavkaniyên me tije bibin. Em dibêjin em ê kêmasiya avê nebinin.”