.jpg)
PeyamaKurd – Li rojhilatê Kurdistanê li bajarê Seqizê ku ciyê jidayîkbûna şehîd keça Kurd Jîna Emînî ye, vê êvarê xwepêşandanekî mezin çêbû. Li gor ragihandina rêxistina Mafên Mirovan ya bi navê Hengawê; hêzên ewlehiyê tedbîrên gelek tund sitendin lê xelkê bajêr bi peya û otomobîlên xwe daketin kolanên bajêr.
Xelkê bajarê Seqizê sloganên li hemberê rejîma dîktator ya Îranê qêriya û xwepêşandan kir.
Mahsa Jîna Emînî di 16 ê êlûnê de ji aliyê polîsê Tehranê de hatibû şehîdkirin û ji wê rojê heya niha li Kurdistanê, Qûm, Belûcistan, Tehran û gelek eyaletên Îranê çalakî dewam dikin. Do li eyaleta Qûmê hêzên Îranê 50 kesan xistibûn binçav û li bajarê Ormiyê jî gelek kesan xistibûn binçav lê jimara binçavkiriyên Urmiyê ranegihandibûn.
Li gor îstîxbarata Îranê kesên li eyaleta Qûmê hatin binçavkirin, bi sedema çalakiyan di ser medya civakî de birêve dibin hat nîşandan.