image

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Meletiyê demsala çinîna mişmişan destpêkir. Li her derê bajêr û dora bajêr mişmişên çinandî radixin ser hoberan an brandayan û her der ji mişmişan zer dike. Bajarê Meletiyê weka payîtexta mişmian tê binavkirin.

Di meha nîsana borî de bi sedema barana teyrokê darên mişmişan jê zerarê dîtin û li gor sala borî berhem %10 kêmtir bû. Lê mişmişên heyî dişînin bazara 110 dewletên dinyayê û pêdiviya % 80 yê dinyayê ji Meletiyê tê bidestxistin. Îsal jî miqdarê mişmişên hişkkirî wê li dora 75 hezar ton be.

Xwediyên baxçên mişmişan nikarin bi serê xwe mişmişan biçînin û bînin asta xwarina ser sifrê lewra ji deverên weka Rihayê û Mêrdînê karkerên demsale diçin bajêr û bi rojaneya xwe di karê mişmişan de dixebitin heya demsala mişmişan diqede.