
PeyamaKurd – Rûbarê Zê ya Mezin di nav başûrê Kurdistanê de diçe ser Rûbarê Dîcle û dibe beşekî ji rûbarê Dîcle. Li Başûrê Kurdistanê li navça Xebatê ku bi ser Hewlêrê ve ye, 2 kesên ku ketin ava Zê ya Mezin xeniqîn.
Bergiriya şaristanî ya Hewlêrê ragihand ku xortekî 17 salî yê bi navê Rezaq Xelef ketiye ava Zê da avjeniyê bike û xeniqiye. Eslê wî jî Ereb e. Her weha xortekî dinê jî li Xazirê ketiye çemê Zê ya Mezin û fetisiye.
Li navça Xebatê dest bi lêgerîna cesedê xort kirine û niha tîmên parastina sîvîl li serê dixebitin.