image

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li navça Qoserê (Kızıltepe) li ber edliya navçê di navbera 2 grûban de pevçûn derket. Her dû grûb bi dar, kevir û çekan lihev xistin. Di encamê de muxtarê taxa (gundê) Demirkapı Yusuf Y., birin nexweşxana Mêrdînê ya Perwerdê û Lêkolînê lê li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Bûyer piştî nîvro li ber edliya Qoserê çêbû. Li ser bûyerê tîmên polîsan û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Di bûyerê de ji bilî muxtar, 11 kes birîndar bûn. Li ser bûyerê polîsên hêzên asayîşê 7 kesan xistin binçav.