image

PeyamaKurd- Li bajarê Semsûrê li naçye Besniyê erebeyekî ji ser rê derket û qeza kir. Ajotvan Doğan Aydın kontrola erebê ji dest derket û ji ser rê ket şarampolê. Di erebê de kesên bi navên Hasan Aydın û Ubeş Aydın birîndar bûn. Tîmên 112 ê yên tenduristiyê yên lezgîn gihan ciyê bûyerê û piştî mudaxeleya ewilî kirin, birîndaran birin nexweşxaneya dewletê ya Besniyê.

Li nexweşxanê Hasan Aydın wefat kir. Li ser bûyerê lêpirsîn dewam dike.