
PeyamaKurd – Grûba çekdar ya bi navê Ehrar el-Şarqiye li bajarê Efrînê li navça Cindirêsê bi sedema ku agirê Newrozê vêxistine, 4 Kurdan kuşt û 2 Kurdan jî birîndar kir. Ragihandin ji aliyê Rûdawê de hat kirin.
Li gor agahiyan; çekdarên grûba Ahrar El- Şarqiye kesên bi navên Ferahedin Muhammed Muhammed, Şerafeddin Muhammed Muhammed, Hamud Farahedin û Nazmi Muhammed Muhammed kuştine û 2 kesên din jî birîndar kirine.