
PeyamaKurd - Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê, ji ber berfa zêde sibê 17ê Çileyê li dibistanan ji bo rojekê navber hate dayîn.
Parêzgariya Colemêrgê ragihandiye, ji ber berfa zêde, pûk û qeşayê roja Duşemê li tevahiya bajêr perwerde ji bo dema rojekê hatiye rawestandin.
Parêzgariyê daye zanîn ku wê karmendên kêmendam û ducanî wek molet bên qebûlkirin û neçin karên xwe.
Hêjayî bibîrxistinê ye ev du roj in ji ber berfa zêde bêhtirî hezar û 500 rêyên gundan li bajarên Bakurê Kurdistanê hatine girtin û pileya germê jî her diçe zêdetir dikeve.