image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Dêrazorê di encama operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên girêdayî HSDê de, şaneyeke DAIŞê hate girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Rêveberiya Rojava ragihandiye ku şaneya veşartî ji 4 kesan pêk tê û di encama operasyona 21ê Mijdarê de hatiye desteserkirin.

Herwiha hatiye diyarkirin, li Dêrazorê li gelek xalên ku tevgera gel û hêzên leşkerî lê zêde ye, 5 mayîn û gelek alavên teknîkê yên çekdaran ku di sûîqasetan û çandina mayînan de bi kar dianîn hatine desteserkirin.

Herwiha hatiye ragihandin ku piştî encama proseya lêpirsînê kesên hatine girtin radestî aliyên pêwendîdar hatine kirin daku li gorî yasayan werin sizadan.