image

PeyamaKurd – Li dibistinanên Diyarbekirê xebatên derzîkirina xwendekaran destpê kir. Rêveberiya tenduristiyê ya bajêr diya kir, li Diyarbekirê rêjeya ciwanên ku têne derzîkirin kêm e û bi vê xebatê hewl didin ku vê rêjeyê bilind bikin.  Ji aliyê din ve ji 6ê Îlonê ve li Diyarbekirê 142 xwendekar û 59 mamoste bi vîrûsê ketine.

Li Diyarbekirê xebatên derzîkirina welatiyan berfirehtir dibin. Rêveberiya tenduristiyê ya bajêr, li dibistanan jî dest bi derzîkirina xwendekaran kir. Ji beriya derzîkirinê xwendekar derbarê sûda derziyê de tên agahdarkirin.

Rêveberê tenduristiya bajêr Dr. Cîhan Tekîn bi xwe jî di nava xebatên agahdarkinê de cih digire. Tekîn da zanîn; di parastina tenduristiya civakê de, rola ciwanan girîng e lê mixabin rêjeya ciwanên ku tên derzîkirin kêm in, ew jî hewl didin ku vê rêjeyê bilind bikin.

Rêveberên rêxistinên tenduristiyê diyar dikin; ji ber ku hejmara xwendekaran li polan zêde ne, metirsiya belavbûna vîrûsê jî zêde dibe. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, ji 6ê Îlonê ve 142 xwendekar û 59 mamoste bi Covîd-19ê ketine. Rêveberên dibistinan dibêjin; tişta ji destê wan tê dikin, lê heta ku xwendekar jî derziyê wernegrin ew nikarin pêşiya belavbûna vîrûsê bigrin.

Li gorî ragihandina rêveberiya tenduristiya bajêr, li nexweşxaneyên şewbê nexweşên ciwan jî hene. Li gorî daneyan %90ê nexweşan û %90ê mirinan ji wan kesên derzî wernegirtine pêk tê. Li Diyarbekir rêjeya derzîbûyiyan hê jî kêm e.