image

PeyamaKurd- Li bajarê Diyarbekirê ya Bakurê Kurdistanê, şahiya Newrozê dest pê kir. Li gorî agahiyên destpêkê, şahî di bin venêrîna bergirên hêzên emnî de dest pê kir.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, şahiya Newrozê ku her sal bi amadekariya HDP û partiyên bin sîwana HDPê û saziyên sivîl û civakî tê pergalkirin, îsal jî li heman cihê ku her sal Newroz lê tê pîrozkirin, li Qada Newrozê ya Diyarbekirê dest pê kir.

Hat diyarkirin ku xelkê herêmê, ji saetên sibehê ve ber bi qada Newrozê ve herikîn û hat zanîn ku kesên ku ji bo şahiyê şal û şapikan li xwe kirine, ji aliyê hêzên emnî ve tên astenkirin û nahêlin derbasî qadê bibin.

Newroza îsal, bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” tê rêvebirin û ji bo rêzgirina qurbaniyên erdhejê, dika Newrozê bi rengê reş hat xemilandin û pankarta “Bila serê gelê me sax be” hat daliqandin.

Tevî ku hejmar nehat diyarkirin jî hat zanîn ku di têketina qadê de desteserkirin çêbûne.