image

PeyamaKurd – Li Duhokê birîndarekî din ê bûyera teqîna gazê can da.

Li gor zanyariyan, birîndarekî din ê bûyera teqîna gazê ya li Duhokê yê bi navê Mihemed Mehmûd, vê sibê li nexweşxaneyeke Duhokê can da.

Herwiha hat destnîşankirin, hejmara kesên ku ji ber teqîna Duhokê can dane gihîştiye 7 kesan.

Roja 21ê Mijdara 2022yan ji ber teqîna tankeke gazê li bajarê Duhokê, çar kesan li cihê bûyerê can dan û 42 kes jî birîndar bûn. Di nava pênc rojan de sê birîndaran can dan û hejmara kesên ji ber wê bûyerê can dan, gihîşt 7 kesan.

Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya niha di roja 17ê Mijdara 2022yan de ji ber teqîna sîstema gazê ya malekê li taxa Kazîwe ya bajarê Silêmaniyê, 15 kesan can dan û 12 kes jî birîndar bûn.