image

PeyamaKurd – AFADê ragihand, li Adilcewaza navçeya Bedlîsê bi lerza 3,7 û li navçeya Kozana Edeneyê jî bi lerza 3,9ê erdhej çêbûn.

Li gor daneyên Serokatiya Daîreya Erdhejê ya Serokatiya Rêvebiriya Afet û Lezgîn a Tirkiyeyê di saet 02.12an da bi lerza 3,7an erdhejek ku navenda wê Adilcewaza navçeya Bedlîsê ye pêk hat.

Erdheja ku 19,86 kîlometre di bin erdê de pêk hat, li parêzgehên derdorê jî hat hîskirin.

Li aliyê din li gorî daneyên AFADê li navçeya Kozan a Edeneyê di saet 03.43'an de bi pileya 3.9 erdhejek pêk hat.

Erdheja ku di bin erdê de 7 kîlometre di bin erdê de pêk hat, li navenda bajêr jî hat hîskirin.

Di erdhejê de bûyereke neyînî çênebû.