image

PeyamaKurd - Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demorkasiyê Newroz Ûysal Aslan û Bêrîtan Guneş rewşa li Efrîna Rojavayê Kurdistanê ku di bin destê Tirkiyê û grûbên ser bi Tirkiyê ve de ye, di 10ê Berfembarê de li parlamentoya Tirkiyê anîn rojevê. 

 

Wezîareta Karên Derve yê Tirkiyê bersîva pêşnûmeya parlamenteran ku pirsa polîtîqayên pişaftinê yên li Serê Kanîyê û Girê Spî dikirin da û piştrastkir ku li wê derê Erebî wek zimanê perwerdehiyê, Kurdî û Tirkî jî wek zimanên dersên bijarde tên dayîn. 

 

Hatiye ragihandin ku Wezareta Derve ya Tirkiyê, di bersîvê de, pejirandina ku : "Em li ser daxwaza gelên li Suriyê, parastina yekseriya wî welatî û peydakirina çareseriyan li Sûriyê ne." kiriye. 

Dîsa hatiye gotin ku OSO û grûbên din hevpeymanên Tirkiyê ne û "parastina yekserî û yekrêziya Sûriyê dikin û daxwazên welatiyên wê derê dabîn dikin. Ew grûp hevpeymanên me yên paşerojê ne."

Di bersiva ku perwrdehî bi kîjan zimanan tê kirinde jî wiha hatiye got:

 "Li gor agahiyên ku gihiştine wezareta me, li wan hereman li dibîstanan Erebî wek zimanê perwerdehiyê tê xwendin, komîteya perwerdehiyê ji aliyê mamosteyên xwecîh ve hatiye diyar kirin û Tirkî û Kurdî jî wek dersên bijarde tên xwendin."