image

PeyamaKurd – Li Fakulteya Polîsê Niştimanî ya Fransayê, Kurdekî cara yekem di xula gihandina efserê polîstiyê de bawername sitend.

Li gor zanyariyan, Hawrê Mihemed Umer weke yekem Kurd beşdarî xula gihandina efserê polîstiyê ya Faulteya Polîsê Niştimanî ya Fransayê bû û bi awayekî serkeftî bawername bi dest xist.

Hêjayî gotinê ye, Fakulteya Polîsê Niştimanî ya Fransayê her sal ligel vekirina her xulekê ji bo gihandina efserên xwe, 16 efserên din jî ji welatên cuda cuda bang dike, da ku beşdar bibin û di dawiyê de jî bawernameya derçûnê pêşkêşî beşdaran dike.

Herwiha ji bo îsal jî di 73yemîn xula rahênan û gihandinê ya fakulteyê de, bi hevahengiya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Navxwe ya Fransayê, Hawrê Mihemed Umer beşdarî xulê bû û bawername bi dest xist.