
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro di demên sibehê de, li gundê Kadyan ê navçeya Geverê ya bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê, brûskê li keriyeke karikan da.
Li zozanên gundê Kadyan ê navçeya Gevera Colemêrgê brûskê li keriyeke karikên ku li zozanan diçêriyan daye.
Li gorî zanyariyan di encama lêdana brûskê de bi qasî 40 karik telef bûne.