image

PeyamaKurd – Li bajarê Hekariya li navçeya Geverê li zozanan bi sedema barana zêde lehî rabû û zerarê da keriyên pez. Gundiyên pezên xwe derxistibûn zozanan ragihandin ku bi sedema barana zêde lehî rabûye û karibûne canê xwe ji mirinê rizgar bikin û gelkî pezên wan di lehiyê de mirine.

Li ser agahdarkirina qeymeqamiya Geverê, qeymeqamî tîmên Rêvebiriya Taybet şandiye bo deverê. Zerar bêhtir li Çiyayê Mor ku ji navenda Geverê 25 km dûre çêbû. Hat ragihandin kul i dora 500 pez di lehiyê de telef bûne.

Gundiyên ajalvan yên pezên wan zerarê dîtin, ji rêvebiran destekê xwestin.