image

PeyamaKurd – Li bajar û navçeyên Hekkariyê bo 15 rojan xwepêşandan, meş, ragihandina çapemeniyê, vegirtina konan, vekirina stendan, greva birsê û tevgerên weka wan bo 15 rojan hatiye qedexekirin. Biryar ya parêzgeha Hekkariyê ye û qedexe di 31 ê tîrmehê de, siet ji 00.01 ê şevê destpêdike û heya 14 ê tebaxê siet 23.59 ê şevê dewam dike.

Îzna her kiryarekî an çalakiyekî di nav sînorê parêzgehê de bi fermana parêzgehê ve û ya asayîşê ve hatiye girêdan. Li gundan cendirme û li nav bajêr û navçeyan rêvebiriya asayîşê di îznê de erkdare.