image

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1378 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 19 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro Înê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1378 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 325 kes li Hewlêrê, 672 kes li Silêmaniyê, 247 kes li Duhokê, 41 kes li Helebceyê, 64 kes li Germiyanê û 29 kes li Raperînê ne.

Wezaretê diyar kir ku di nav 24 demjimêran de 19 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 6 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ye.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1567 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 750 kes li Hewlêrê, 355 kes li Silêmaniyê, 346 kes li Duhokê, 35 kes li Helebceyê, 58 kes li Germiyanê û 23 kes li Raperînê ne.

Li Herêma Kurdistanê ji destpêka pandemiya koronayê ve hejmara pêketiyan gihîştiye 316933 kesan, heta niha 5 hezar û 682 kes mirine û 282462 nexweş jî baş bûne.