image

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê ragihand ku li Herêma Kurdistanê di operasyona 'Pençe-Kilit’ de leşkerekî jiyana xwe ji dest daye. Wezaret ragihand ku çekdarên PKK ê sîlihan bera wan dane û di encamê de leşkerê bi navê Yusuf Ataş birîndar bûye. Piştî Ataş birine nexweşxanê jiyana xwe ji dest daye.

Nehat ragihandin bê Ataş ji ku derê ye û cenazê wî şandine ku derê. Ji ber bûyer îro qewimiye agahiyên heya niha mijarê zelal nake.