image

PeyamaKurd Hêzên Ewlekariya Hundirîn, li Hesekê 3 terorîstên DAIŞê girtin û hejmareke mezin a çek û cebilxaneyan desteser kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Rojavayê Kurdistanê, di derbarê wê de daxuyaniyek belav kir û diyar kir: “Di operasyonên lêgerînê hêzên me yên ewlehiyê li taxek derdora girtîgeha Sînaa ya kantona Hesekê şaneyekê DAIŞê ya ji 3 kesan pêk dihat girtin."

Di berdewamiyê de da zanîn: "Herwiha hejmareke mezin a çekan jî desteser kirin. Ji bo destekdayîna çekdaran û astengkirina pêşevçûnên hêzên me li hemberî terorîstan, bi kar dianîn.”