image

PeyamaKurd - Li kampa Holê ya Hesekê ku bi hezaran malbatên DAIŞê tê de dimînin, jinek hat kuştin û kesekî din jî hat revandin.

Li gorî zanyariyan doh li kampa Holê ya Hesekê, jinek bi navê Duha Îsmaîl (25 salî) hat kuştin.

Kurê wê jinê li ser kuştina dayika xwe gotiye, doh çend kes hatin dayika min revandin û piştî demek kurt me termê wê dît.

Herwiha hevdem kesekî bi navê Ednan Xeşam jî ji nav heman kampê hatiye revandin û ew kesê ji aliyê 4 kesên ku kincên reş li xwe kiribûn ve hatiye revandin.