image

PeyamaKurd – Li Kerkûkê çekdarên Heşda Turkmenî, gule li hejmarek endamên polîsê bajêr reşandin. Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê daxwaz dike ku kesên gule bi ser polîsan de berdane, xwe radestî yasayê bikin.

Li gor çavkaniyên xwecîhî, îro danê sibê hejmarek ji çekdarên Heşda Tirkmenî ku ser bi Heşda Şeibî ve ne, li nava bajarê Kerkûkê gule li hejmarek endamên polîsa hawarhatinê ya xwecihî reşandin û alozî û tevlihevî di navbera wan de derket.

Di wê derbarê de Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê daxwaz ji wan kesên ku gule li polîsan reşandine xwe radestî yasayê bikin.

Şaneya Ragihandinê diyar kir, ew kesên destdirêjî li ser polîsên bajêr kirine, pasewanên Cîgirê Serokê Bereya Tirkmenî ne û divê ew xwe radestî yasayê bikin.